
Roja 4ê Çirriya paşîn a 2020an Gulîzar temirzade xelka gundê Beresipian girêdayî bi herêma somayê, bi hegera pîrî û nesaxiyê koça dawî kir.
Gulîzar Temirzade hevjîna şehîd Ebdulkerîm Ehmedî, şehîdê Kurdistanê bû.
Şehîd Ebdulkerîm destpêka şerê berewaniya kurdistanê di hember êrîşa rejîma Îslamî de, tevlî Pêşmergên Kurdistanê bû çeka berevaniyê havête milê xwe.
Roja 14ê meha Befranbara 1359an di şer û berxwedaniyekî qehremanane de, di gundê Zindeştê de şehîd bû û temê wî di gundê Sîda bi axê hate spartin.
Şehîd Ebdulkerîm sêyemîn şehîdê malbata xweye ku birayekî wî bi navê Silêma Ehmedî û biraziyekî wî bi navê Heyder Ehmedî di nava kincê pêşmergayetiyê de tevlî kerwanê şehîdên kurdistan bûne.
Gulîzar Temirzade heya dawî roja temenê xwe şanazî bi rêbaza şehîdên xwe dikir.
PDKî serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarê Gulîzar temirzade dike û xwe şirîkê xema wan dizane.