
Roja Çarşemiyê 4ê Çirriya paşîn a 2020an dayka Cazê Husêynî hevjîna şehîd Mihemed Husêynî xelka gundê Belecûka gelyê Kotol û rûniştiyê bajarê Selmasê, koça dawiyê kir.
Cazê hevjîna Mihemed Husêynî naskirî bi Mihemedê poz beran, fermandê xweşmêre hêza Pêşmerge bû.
Şehîd Mihemed piştî şoreşa gelên Îranê û şerê rejîmê bi dijî gelê Kurd, dest da çeka berewanî ji man û mewcûdiyeta Kurd û Kurdistanê û bi xweşmêriya xwe navûdengê wî her derî belav bûn.
Di demekê de ku rejîmê di meydana şer de berdewam di hember hêza Pêşmerge û bi fermandehiya Mihemedê poz Beran derbên giran dixwarin, di sala 1362 yê bi pîlan û ba armanca gotubêjê kêşane bajarê Urmiyê û desbiser kirin û piştre gulebaran kirin.
Dayîka Cazê heya dema mirinê şanazî bi rêbaza hevjînê xwe dikir.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarê dayka Cazê Husêynî û xwe şirîkê xema wan dizane.