Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna şehîdekî Kurdistanê ya bi navê “Beycan Muradîzade” koça dawiyê kir

16:26 - 30 Îlon 2020

Roja Duşemî, 28ê Îlonê, hevjîna şehîd “Seîd Nîkbext” a bi navê “Beycan Muradîzade”, xelkê gundê “Dolepêsan” a bexşa “Deşt” a girêdayê devera “Sîlwana”a bajarê Urmiyê, piştî temenek pir ji serwerî û serbilindî, koça dawiyê kir.

“Beycan Muradîzade” keseke welatpewer, xeştewiyê malbatên şehîdan û pêşmergeyên gund û deverê bû.

“Beycan Muradîzade” piştî şehîdbûna hevjînê xwe, berpirsayetiya xwedîkirina 5 zarokên xwe girte stuyê xwe û bi jixwebihorîn û fidakariyê, erkê daykiniya xwe û heta bavitî bo zarokên xwe bi serbilindiyê ve bi cih anî.

Şehîd “Seîd Nîkbext” di sala 1330an de, di gundê “Dolepêsan”ê de ji dayîk bibû, piştî êrîşa rejîma Îranê li ser Kurdistanê, bona berevanî ji axa welatê xwe, tevlî refên “Pêşmergê Kurdistan”ê bû.

Şehîd “Seîd Nîkbext” di 3ê meha Banemer a sala 1359an de, di şer û pevçûnekê de digel hêzên rejîma Îranê di gundê “Dolepêsan”ê de tevlî karvanê şehîdan bû, tirba şehîd “Seîd” di gundê “Dolepêsan”ê deye.

Herwisa “Beycan Muradîzade” xwîşka şehîd “Ewdila Muradîzade” ye.

Termê “Beycan Muradîzade” di bajaroka “Bend” a Urmiyê de, bi xakê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat û kesûkarên “Beycan Muradîzade” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.