
Kurdistanmedia: Hevjîna şehîdekî sorxelat yê Partyia Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Nexedê çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî raporta ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 13`ê Rezbera 1397`an (5`ê Çiriya Pêşîn), xwedêrazî “Xedîce Aşîr” hevjîna şehîd “Ûnês Ahengerî” li temenê 80 saliyê de, û piştî heyameke zêde rikeberîkirin digel nesaxiya şêrpence, çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî, heya dawîn demên jiyana xwe emegdarê rêbaza hevjînê xwe bû, û erk û wezîfeya xwedîkirina zarok û birêvebirina malbatê girtibû bi stûyê xwe.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê li qebiristana “Soltan Yeqob” a Nexede bi axê hate sipartin.
Şehîd “Ûnês Ahengerî” li sala 1358`an, li bajarê Nexede, li şerê li dijî dagîrkarên Kurdistanê hatiye şehîd kirin, û gura navbirî li bajarê Nexedê de ye.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.