Kurdistanmedia: Hevjîna şehîdekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Pîranşarê çû ber rehmetê.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 4`ê Xermanan,“Xecîc Ehmedî” hevjîna şehîd “Mehmûd Xelîfanî, naskirî bi Mehmûd Simbêl” li gundê Zengyawê a girêdayî bajarê Pîranşarê çû ber dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî piştî ku mêrê wê hate şehîd kirin, wekî şêr jinekî li ser zarokên xwe rûnişt û mêr nekir û heya dawiya jiyana xwe emgnas bû bi rêbaza hevjînê xwe ê şehîd.
Şehîd “Mehmûd Xelîfanî” di rêketa 5`ê Banemera 1361`an de li şerûpevçûnekî digel Spaha Pasdaran a terorîs şehîd bû û tevlî karvanê şehîdan bû.
Termê xwedêjêrazîbûyî di nav girseya malbata û kasûkarên wê û xelkê deverê de bi axa pîroz a Kurdistan hate spartin.
Partiya Demokerat a Kurdistana Îran, sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarê navbirî re dibêje û xwe şerîkê xema wan dizane.