
Kurdistanmedia: Hevjîna şehîdekî Rasanê bi belavkirina peyamekê, tevî baskirina ji xema xwe ji ber jidestdana hevjînê xwe, emegnasiya xwe ji bo rêbaza hevjînê xwe nîşan da, û got ku dersa emegnasî û nîştimanperweriya hevjînê xwe, wê ji bo zarokên xwe bibêje.
Rêzdar “Peyman” hevjîna şehîd Şehab, di vê peyamê de îşare bi valahiya mezin a ji ber jidestdana hevjînê xwe û bavê 5 zarokên xwe kir û got: Ez serbilind im bi vê ku hevjînê min di kincê pîroz ê pêşmergayetiyê de, û li pêxema serbestî û rizgariya gel û nîştiman de, xwîna wî tevlî xwîna wan hemû şehîdan bûye, ku ji bo armanceke pîroz, canê xwe bi axa pîroz a nîştiman bexşiye.
Navbirî di doma axavtinên xwe de got ku: Herçend ku ev xema ji bo me xemeke tijî jan e, lê dilsozî û emegnasiya hevjînê min derheqê rêbaza şehîdên Kurdistanê, êş û kulên me kêm kirin, û ew yek min tîne ser vê baweriyê ku ez jî emegdar bim, bi rê û rêbaza pîroz a wî, û dersa emegnasî û nîştimanperweriya hevjînê xwe ji bo zarokên xwe bêjim.
Rêzdar “Peyman” hevjîna şehîd Şehab, di dome de sersaxî gote malbata “şehîdê bajar”, şehîd “Hejar Rizayî” û xwe şirîkê vê xema wan zanî.
Di dawiyê de jî, tevî spaskirina li hemû hevrê, hevçeper, dost û naskiriyên şehîd “Şehab”, kadr û pêşmergên hizbê û bi taybet Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, got ku: Hêvî dikim ku heval û hevçeperên şehîd “Şehab” û şehîd “Hejar” li ser rêbaza wan berdewam bin, û tola xwîna ku bi neheqî hatiye rijandin, li dijminê gelê me bistînin.