Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna şehîdekî riya azadiya Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

18:04 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: “Xezal Kiramet” hevjîna şehîdê sorxelat yê PDKÎ, li bajarê Urmiyê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistamedia”yê, roja Şemî rêkevta 6`ê Gelawêja 1397`an, xwedêjêrazî “Xezal Kiramet” hevjîna şehîd “Mûsa Umerpûr” li devera Biradost a girêdayî bajarê Urmiyê çû ser dilovaniya xwe.

Xwedêjêrazî “Xezal” piştî rikeberiyeke zêde digel nesaxiyê, li nexweşxaneya “Îmam” a bajarê Urmiyê çû ser dilovaniya xwe.

 Navbirî di gundê “Golegenî” a girêdayî devera Biradostê de, bi axê hate spartin.

Xwedêjêrazî jineke nîştimanperwer û  hezkirî di nav xelkê deverê de bû, û hertim şanazî bi rêbaza hevjînê xwe dikir.

Şehîd “Mûsa Umerpûr” piştî şoreşa gelên Îranê, yekem şehîdê Bakûrê Kurdistana Rojhilat bû, û navbirî di şerê sê heyve de, li rêkevta 2`ê Gelawêja 1358`an, li cihê bi navê “Gedûka Hesarê” di encama şerê digel hêzên rejîma Îslamî ya Îranê, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.