Roja Pêncşemî 11ê Xermanana sala 1400an a Rojî, “Fatime Kerîmî” hevjîna şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê şehîd “Husên Cengî” xelkê gundê “Belqezen” ê ser bi bajarê “Selmas”ê li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî “Fatime Kerîmî” keseke hogirê PDKÎ û welatparêz bû; Ew wekî jineke dilsoz, bi şanazî ve bas ji rêbaz û xebata hevjînê xwe dikir.
Şehîd “Husên Cengî” piştî vê ku rejîma dagîrker a Îranê êrîş kire ser axa Kurdistanê, tevlî refên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bû.
Li 8ê meha Rêbendana sala 1358an di hemaseyeke mêrxasî û berevaniyê de li deverên rizgarkirî li bakurê Rojhilatê Kurdistanê li şerê bi nav û dengê yê gundê “Siyawan”a Selmasê de şehîd bû.
Termê şehîd “Husên Cengî” li gundê “Belqezen”ê bi axa pîroz a kurdistanê hatiye spartin.
Piştî şehîdbûna “Husên Cengî” hevjîna wî xwedêjêrazî “Fatime”, erkê berpirsayetiya malbat û zarokên wî li stuyê xwe girt.
Termê xwedêjêrazî “Fatime Kerîmî” li gundê wê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên wê û xwe bi hevparê xema wan dizane.