Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymana Navnetewî a li dijî “DAIŞ”ê: Mûşekên Îranê gefên micidin li dijî ewlehiya cîhanê

13:19 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2022

Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî “DAIŞ”ê bi rêberatiya “Amerîkayê li derheq mûşekên destbiserde girtî yên Îranê li avên  başûrî yên Îranê ragihandiye ku, ew mûşekên Îranê gefek micid e li djî ewlehiya cîhanê.

Roja Pêncşemî 7`ê Tîrmehê balyozxaneya Birîtaniyayê ya li Îmaratê ragihand, gemiya şer ya Hêzên Deryayî a wî welatî, ji bo yekem car belemên hilgirê mûşekên pêşkevtî yên Îranê û herwisa motorên mûşekên Kiroz li rêya Îranê ber bi Yemenê ve di rê de bûn girtine û herwisa zêde jî ku ev çalakiya hêzên Deryarî yên wî welatî di destpêka sala zayîn de bûye.

Pêka zanyariyan belemên han barên wan mûşekên pêşkevtî yên Îranê û herwisa motorên mûşekên Kiroz bûne, ku di nav avên başûrê Îranê de hatine eşkerekirin û ev mûşekên pêşkevtî qerar bû radestî Husiyên Şî`e meseb yên Yemenê bên kirin.

Di Nîsana sala 2015`an de, li dema destpêkirina şerê navxweyî yê Yemenê de, Şêwreya Ewlehiya Navneteweyî bona pêşîgirtin ji şerê navxweyî yê Yemenê, biryarnameya 2216`an pejrand û pêka vê biryarnemeyê şandina her core alavên şer bo Yemenê qedexe ye, lê rejîma têkder û terorîst a Îranê bona berjewendiyên xwe û têkdana ewlehiya deverê bi awayek berdewam çek û teqemeniyan bo çekdarên girêdayî xwe yên li herêm dişîne.

Ji aliyek din ve, Senatorek Komarîxwaz yê Amerîkayê jî ragihandiye: “Kêmkirina dorpêçan li ser Îranê dibe sedema bihêzbûna karên terorîstî yên Îranê.”