Hêza Esmanî ya Hevpeymaniya Erebî binke û enbarên cebilxaneya Spaha Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê li bajarê “Sen`a”yê ku bo piştevanî li Husiyan dihatine bikaranîn, bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Hêzên Esmaniya Hevpeymaniya Erebî, binkeya esmaniya “El-Dêylemî” û çendîn enbarên cebilxaneyên Hûsiyan bombebaran kirin e ku ew binke û cebilxaneyên nihênî yên Spaha Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê bûne ku bi tevawî hatine teqandin.
Di wê derheqê de Hevpeymaniya Erebî ragihandiye ku enbarên mûşekên balistîkî, kargehên berhemanîna dironên Îranî û sîstema pêwendiyên Hûsiyan teqndine û ew operasiyon li berteka gefên mûşek û dironên Hûsiyan, hatine kirin ku herwisa li parêzgehên “Sen`a, Zemar, So`ide û El-Cewf”ê de jî armancên girîng teqandine.
Di wê derheqê de fermandeyê Hevpeymaniya Erebî ragihandiye ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 29 operasiyonên leşkerî û armancdar li dijî Hûsiyan li Marib û “El-Beyza”yê encam dane û zêtertir ji 90 milîsên Hûsî kuştine û sîstema berevaniya mûşekî ya hûsiyan jî teqandine.
Rejîma Îranê bi piştevaniya siyasî, aborî, leşkerî û afirandina fitneyan li welatê Yemenê, trajêdiyên mirovî yên gelek dijwar afirandine û kiryarên rejîma Îranê li Yemenê bûne gef li ser mirovahiyê.