Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya “Erebî” du belemên xweteqîner yên ser bi “Hûsiyan” teqandin

11:40 - 23 Îlon 2021

Hevpeymaniya “Erebî” bi rêberiya “Erebistan”ê du belemên “Hûsiyan” û herwisa du balafirên bê pîlot ên xweteqîner ên hûsiyan teqandine.

Hevpeymaniya “Erebî” bi rêberiya “Erebistanê” bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku du belemên bombrêjkirî û xweteqîner ên girûpa “Hûsiyan” ku girêdayê “Spaha Pasdaran” a rejîma îranê ne teqandine, Hûsiyan dixwastin li avên navnetewî ên gemîvaniyê li devera “ Selîf” li qeraxavên “Hodîde”, xwe biteqînin û pirsgirêkan bo hatin û çûna deryayî biafirînin, lê ew belem peyda kirine û jinavbirin e.

Di vê derheqê de Sikretêrê Yekîtiya Ereb, “Ehmed Ebû El-Xeyyit” bi “Hûsiyan” huşdarî da û di civîna nefermî ya Şêwreya Ewlehiya Saziya Netewên Yekgirtî digel “Yekitiya Ereb” de ragihand ku milîsên çekdarên Hûsiyan bi wan karên xwe hizir dikin ku bi zorê dikarin “Yemenê” bi destve bînin lê eva dibe sedema dirêjbûna heyama şer di wî welatê de.

Herwisa Hevpeymaniya Ereb di roja çarşemiyê de ragihandibû ku du balafirên bê pîlot ên xweteqîner ên Hûsiyan ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya hêzên hevpeymaniya Ereb ve hatine teqandin ku armanca wan balafirên bê pîlot, bajarê “Xemîs Moşît” li başûrê Erebistanê bû.