Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hevpeymaniya Erebî”: Mûşekên balistîk ên rejîma Îranê gefeke Li ser ewlehiya deverê

12:33 - 28 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Berdevkê Hevpeymaniya Erebî ragihand, Mûşekên balistîk yên rejîma Îranê ku ji girûpên terorîst re dane, gefeke li ser ewlehiya welatên deverê.

Roja Duşemî 6`ê Cozerdana 1398`an (27`ê Gulana 2019`an), Berdevkê hevpeymaniya Erebî û piştevanîkirin li hikûmeta yasayî ya Yemenê “Turkî El-Malikî” di gotûbêjeke rojnamevanî de ragihand: Mûşekên balistîk yên ku ji destê Husiyên terorîst ên Yemenê de hene ku encama  vê jî “pêwendiya dinavbera Îran û girûpên terorîstî  heye, dibe” gefeke micide li ser ewlehiya welatên deverê.

Herwisa “Turkî El-Malikî” got, rejîma Îran û Hizbula Lubnanê, mûşekên bi navên “Fatih” û balafirên bê pîlot ji Husiyên terorîst ên Yemenê re didin, û bi wan mûşek û balafiran êrîşê ser me dikin û herwisa bo kiryarên terorîstî encamp didin, û ew jî gefeke li ser hemû dewletên deverê.

Navbirî di vê civînê de, kurte vîdyo û wêneyên “çekdarên Husiyên terorîst ku di parêzgeha “Se`id”ê de bûne, bi vê armancê weşand.

Her di vê pêwendiyê de, roja Şemî 5`ê Cozerdana 1398`an (27`ê Gulana 2019`an), Balafireke bê pîlot ya Husiyên Yemenê, bo bi armanca pedafendên dijî mûşekî ên “Erebistan”ê.

Herwisa “Erebistana Si`ûdî” ragihand ku, piştî encamdana lêkolînên derheq wê balafira bê pîlot, ev yek zelal bû ku ew balefira bê pîlot, ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye çêkirin.