Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya Navnetewî: “Em îznê nadin ti balafireke bê pîlot li ser esmanê Hewlêrê bifire”

13:08 - 14 Îlon 2021

Hevpeymaniya Navnetewî bi rêberatiya Amerîkayê ragihandiyê ku em rê nadin ku ti balafireke bê pîlot li esmanê  balafirxaneya Hewlêrê bifire û em dê bêxinin xwarê.

Fermandeyê Hevpeymaniya Navnetewî “sikat Dêsormû” ragihandiyê ku ev hevpeymaniya rê nade ku ti balafireke bê pîlot çi leşkerî be an ne, li ser esmanê balafirxaneya Hewlêrê bifire.

Navbirî ragihand ku di dawiya meha “September”ê de bo parastina binkeyên hevpeymanan di Herêma Kurdisanê de sîstima berevaniya hewayî cihgîr bikin.

Heta niha çendîn caran balafirxaneya Hewlêrê rastî êrîşên esmanî hatiye ku bi rêya mûşek û katyûşayan û di vê dawiyê de jî bi rêya balfirên bê pîlot ên xweteqîner ve bibû armanc û ev êrîşane bi fermana rejîma Îranê û bi rêya hêzên girêdayê rejîma Îranê ve têne kirin.

Amerîkayê li vê derheqê de ragihandiye ku bi hemû awayekî alîkariyê dide Herêma Kurdistanê ku bikerên wan êrîşan û aliyên li pişt serê wan êrîşane peyda bike û herwisa ragihandiye ku bi dijwartirîn awayî bikerên wan êrîşane ceza bike.