
Hevpeymaniya navnetewî bi rêberayetiya Amerîkayê li ser sînorê “Sûriye, Îraq û Tirkiye” binkeyên leşkerî yên nû ava dike.
Çavedêrê Mafê Mirovî a Sûriyê ragihandiye ku nêzî 50 kamiyûnên barhilgir yên alavên leşkerî ku ser bi hewpeymaniya navnetewî ne bi merema avakirina binkeyên leşkerî yên nû li ser sînorê Îraq, Sûriye, Tirkiye, ji rêya sînorî a “El_welîde” li sînorê Başûrê Kurdistanê bo Rojhilata Sûriyê hatiye şandin.
Herwisa hevpeymaniya navnetewî niha mijûlê çêkirina binkeyên lêşkerî li devera “Eyndora” li parêzgeha “Hesekê” li Rojavayê Kurdistanê ne û li destpêka sala nû a zayînî heta niha nêzî 11 kamyûn ku helgirê çek û alavên leşkerî bûne, bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.
Hevpeymaniya navnetewî ragihandiye ku çalakiyên xwe li Sûriyê qet naguhirin û dê berdewam bin li ser çalakiyên xwe.