Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeywîna cêgirê artêşa Îranê di media yên Îranê de hate hezifkirin

12:13 - 2 Hezîran 2020

Deryadar Emîr Hebîbullah Seyarî cêgirê hewahengiya Artêşa Îranê, di hevpeywînekê de, ku li derheq rolê Sipaha Pastarn bona kêmreng kirina Artêşê, qisên dilê xwe kiribûn, û di Media yên rejîmê de hatibû weşandin, piştî çend demjimêran, ew hevpeywîn hate hezif kirin.

Deryadar Seyarî di vê hevpeyvênê de herwisa basê rolê den û rengê rejîmê kiribû ku çawan bi hevdestî di gel Sipahê, cehda şikandin û kêmreng kirina rolê Artêşê dane.

Seyarî gotibû çi Artêşek nikare karê xwe yê serbazî re pirûpagendê bike, û xwa Artêş rkêama bo çêkirin û firotina Yexçalan nake, ku rojane bêt û bêje ez çi dikim.

Wi herwisa basê pirûpagenda Sipahê kir bi meqseda evê ku Artêş kêmreng be. Wi got berpirsên Sipahê rêklaman dikin û diyare li serve piştîwanî ji wan tê kirin û Deng û Rengê rejîmê ji di xizmeta wan deye.

Navbirî got: di şerê 8 saleye Îran û Îraqê de, Sipah wisa dide xûya kirin ku hemî tiştek wan kiriye û Artêşê çi rolek çinebûye, Rejîmê û Deng û reng , dehan û sedan Fîlm li ser rolê Sipahê çêkirine ku hemî pirûpagende bûye.Ewajî di demekê deye ku Kamêra û Film hilgirtin li eniya şer di nava Artêşê de qedexeye û çi ciheke dunyayê, Artêş karê xwe nadanê ber çawê Kamêrayan.

Sipahê Film çêkirine ku Mela, Hecî, yan zarokek goya di meydana şer de pê Arpîcî, yan Bi Bîksiyekê, leşkereke dujmin ji nav dibe, hekî wisaye û Îranê ev xweşmêrane hebûn, bo şerê 8 Sale bê encam ma?

Belê ev Vîdyo ya axivtina Emîr Hebîbullah Seyarî piştî çend demjimêran hete hezifkirin.