Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatî rastî lehiyî hatin

13:50 - 26 Adar 2019

Kurdistanmedia: Li gellek bajar û parêzgehên Îran û Kurdistanê, bi sedema baran gurr û rabû lehiyî,  hejmarek hevwelatiyan cane xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, bi sedema barana gurr û rabûna lehiyî li hin bajarên wekî, “Şîraz, Gulistan, Luristan û Serpêla Zehaw û Sîmînşehr û Gumuşxana bajarên herêma Gulistanê hevwelatî zirarên canî û malî ber ketine.

Her di vê pêwendiyê de, li bajarê Şîrazê 119 hevwelatî bi sedema rabûna lehiyê birîndar bûne û çend kes jî, canê xwe ji dest dane.

Li bajarê Serpêla Zehawê jî, ku bi sedema barana gurr û rabûna lehiyê zirarên  bê sînor ji hevwelatiyan  ketiye, û herwisa hevwelatiyên erdhej lêdayî yên wî bajarî ku di nav Kanêks û xêvetan de jiyan dikin, rastî vê bûyera xwezayî hatin û hevwelatiyekê canê xwe jidest da.

Her di vê derheqê de jî, piştî rabûna lehiyî di wî bajarî de, ku canê hevwelatiyekê girt, medyayên girêdayî rejîmê di vê derheq de, cewtekarîkirin û wiha gotin ku di wî bajarî de lehî ranebûye û tu kesî jî cane xwe ji nedaye, da ku xemsarî û neberpirsbûna rayedarên rejîmê  veşêrin.     

Herwisa Navenda Keşûhewa li şeva Duşemî 4`ê Xakelêwe a 1398`an, ragehandibû ku, di rojên bê de baraneke tund wê bibare, û dibe navendên hawarhtinê amadekarî hebin, lê navendên Hawarhatinê yên girêdayî rejîma Îranê tu amadekariyek tunebûne û herwisa gellek direng jî, di hawarên xelkê zirar berketî de çûne.

Xelkê parêzgeha Kirmaşanê ev salê zêdeye ku, bi sedema erdhejê di xêvetan de jiyan dikin û li parêzgeha Gulisatan, Fars Mazenderan û Kêrmaşan jî, bi sedema barana gurr û lehiyî 6 hezar avahî herifîne, û xelkê van deveran bê stargeh mane, lê berpirsên rejîmê jî, bi bêguhdana bi arîşeyên wiha, hemû saman û serweta welat xercê girûpên terorîstî yên wekî, Hizbulaha Lubnan, Husiyên Yemen û Heşda Şe`ibî li Îraqê dike.