Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî Behayî ji xwendinê hate bêparkirin

18:30 - 17 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Di doma zexta li ser civaka Behayiyan ji aliyê bêparkirina wan ji çalakiyên aborî, di roja 10`ê Rezberê hevwelatiyekî Behayî ê Yezdê, bi sedema Behayîbûnê ji cihê karê xwe hate dûrxistin.

Li gora zanyariyan ew hevwlatiyê Behayî di sala 1388`an de jî di nîva tirma çar ya beşa wênegiriya xeberî ji zanîngehê hate derkirin, û ji doma xwendinê hate bêparkirin.

Li gora nûçegihaniya HRANA di rêkewt 10`ê Rezbera 1397`an hevwelatiyekî Behyaî ê Yezdê bi navê Seher Ruhanî bi sedema Behayîbûnê ji doma hevkariya digel kompaniya cihê karê xwe bêpar ma û li ser kar hate derxistin.     

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de raeghandiye: Seher Rûhanî yek ji berpirsên beşa teblîxatê yê kompaniya Samsong bi sedema Behayîbûnê û li ser biryar û zexta berpirsyarên emniyetî ên bajarê Yezdê bo ser birêveberê vê kompaniya taybet li ser kar hate derkirin.

Wê salekî zêdetir di vê şirketê de çalakî kirin û li gora gotina birêveberên şirketê ji kesên herî baş ên vê şirketê bûye.