
Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê, li taya du a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê de, hukimê bidar vekirinê jêre hate dan.
Hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Mihyedîn Îbrahîmî” temen 40 salî û kurê “Mihemed” ronştiyê gundê “Alkavî” a girêdayî bajarê Şinoyê, di taya du a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê de, cezaya îdamê jêre birîn.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di nûçeyeke xwe de, cezaya bidarvekirina vî hevwelatiyê Kurd piştrast kiriye.
Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ev hevwelatiyê Kurd bi tawana “alîkarîkirin û endambûna digel yek ji partiyên Kurd yên li dijî Îranê” bi vî cezayî mehkûm kiriye.
Ev girtiyê siyasî yê Kurd, li rêkefta 12`ê Xezelwera 1396`an, di encama teqeya hêzên îtila`ata Spaha Pasdaranê de, birîndar dibe û tê destbiser kirin.
Navbirî piştî birîndarbûnê tê destbiserkirin, û ji bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê tê şandin û li wir bi bê tu çareseriyên pizişkî bo girtîgeha “Seyîdû El-Şoheda” a Urmiyê tê veguhastin û wir îşkence dikin.
Îbrahîmî li rêkefta 29`ê Gelawêja îsal di civîneke dadveriyê de, li taya du a Dadgeha Şoreş a Urmiyê, bi serokatiya dadver “Şêxlû” û bi bê hebûna parêzer, ev cezaya jêre tê birîn.
Ev hevwelatiyê Kurd li sala 1389`an, bi tohmeta alîkarî kirin digel yek ji partiyên Kurd yên dijberê Îranê” hatibû destbiser kirin û piştî borandina heyama cezaya xwe di girtîgeha Urmiyê de, hatibû azadkirin.
Birayê navibirî yê bi navê, “Nûredîn Îbrahîmî” li sala 1396`an, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê di dema kolberiyê de canê xwe ji dest da.