Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên Îranê şiyana kirîna dermanan tunînin

12:49 - 8 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Li Îranê nirxa dermanan bilind dibe û hevwelatiyan şiyana kirîna dermanan nînin.

Bi sedema bilindbûna bê sînor a nirxa dermanan, niha hevwelatî nikarin bo êş û azarên nesaxên xwe dermanan dabîn bikin,û her di vê pêwensdiyê jî ku li ser tora civakî a “Telegramê” belavbûye li bajarê Selmasê welatiyek wiha dibêje: Ev 6 mehin ku betalim û kar dest nakeve û zaroka min jî nesaxe û nikarim di rewşeke wiha de, dermanan dabîn bikim, berê dermanê ku nirxa vê 8 hezar Tûmen bû niha dibe bi 14 hezar Tûmenî bikirin, di rewşeke wiha a aborî, ez çavan bikarim dermanan bo zaroka xwe dabîn bikim.

Bi sedema dorpêçên navneteweyî yên lidijî rejîma Îranê, ev rejîma nikare dermanan dabîn bike.

Herçend ku berpirsên rejîmê biryar dane da ku, nirxa  dermana %15 ji bilind be, lê, hişdarî jî dabûn ku, pareke zêde ji dermanan di Îranê de bi awayê qaçax tên firotin.

Di Îranê de hevwelatî berewajiyê welatên din nêzîkî %70  ji xercê dermanan  bixwe dabîn dikin û her ev jî bûye pirgirêkek mezin  bo xelkê Îranê.