Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewayê piraniya parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pîs bûye

17:53 - 9 Nîsan 2022

Piştî çêbûna axbarîn û pîsbûna hewayê welatên Erebistan, Îraq û Sûriyê, ew hewayê pîs bi rêya mencên ba û bagerê ber bi nava Îranê ve hatiye veguhastin û piraniya parêzgehên rojava û navendî yên Îranê digel axbarînê rû bi rû bûne.

Piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet bajarên parêzgeha “Sine”yê di rewşek xirab de ne.

Di niha de bajarên “Sine, Seqiz û Merîwan” di rewşek metirsîdar de ne û herwisa bajarên “Kamêran, Dîwandere û Bîcar” jî di rewşek nacihgîr de ne.

Di wan çend rojane de pîvera rewşa hewa li bajarên Sine 500, Seqiz 500 û li Baneyê 122 bûye û pêka pêşbîniyên keş û hewa, axbarîn dê heta roja Yekşemî berdewam be.