Belgeyek nihênî li wezareta Îtila`ata reîma Îranê hatiye belavkirin ku dide xuya di demekê de ku navendên ewlehî û dadweriyên rejîmê digihjne vê encamê ku amadebûna çalak û nezaziyan li navxweyê Îranê berjwendiyên wan dêxe metirsiyê, hewlê didin wan kesan neçar bikin ku ji Îranê derkevin.
Ev belgeya ku girûpa saybêriya “Îdaleta Elî” radestî nûçegihaniya “BBC”yê kiriye daye xuya ku wezareta Îtila`atê, zaniyarî li jiyana kesîn a neraziyan heye û ew bi hûrî xistine bin çavdêriya xwe.
Di wê belgeyê de hatiye ku çalakvana siyasî, “Nergis Muhemmedî” divê biryara rêgirîkirina vê bo derketin ji Îranê bê hilveşandin, bo vê yekê ku navbirî ji wê mijarê bo midiyakirinê mifahê jê werdigre
Herwisa di wê belgeyê de îşare bi hewlên qirêj ên Spaha Pasdaran li derheq binçavkirina jinan de kiriye, mijarek ku piraniya jinên binçavkiriyên siyasî bi berdewam bas jê dikin.
Di wê belgeyê de bas ji vê yekê jî hatiye kirin ku wezareta Îtila`at û Îtila`ata Spaha Pasdaran tedaxul di karên hev dikin û gelek caran dijayetî li navbera wan du navendên rejîmê de çê bûne.