Kurdistanmedia: Di rojên derbazbûyî de komek ji çalakvan û Rêkxrawên Jîngehparêz yên Kurdistanê bi çûna bo gund û girtina civînan bo xelkê, hewla haydarkirin û hişiyarkirina xelkê li hember ziyanên birîna daristanan de kirin.
Di hewleke kêmmînak û bicî de, jîngehparêzên Kurdistanê bixasimanî li deverên Merîwanê serdana gundên Sernjmar, Nê, Kanî Spîke,Yengîce, Deretfê, Pîrsefa kirin, û bi rêkxistina civînan bo rûniştiyên wan gundane, hewla haydarkirin û hişiyarkirina wan daye li hember ziyanên birîna dar û daristanên ku ewa heyameke bûye çavkaniya dahateke baş.
Di wan civînane de bas ji rewşa kirîza daristanên deverê hate kirin û berpirsayetiya dîrokî a nesla niha li hember neslên piştre anîne bîra xelkê, herwisa serbarê îdanekirina hewla hinek kes û aliyên derfetxwaz bo birîna daristanan û têkdana daristanên Kurdistanê bas li girîngî û hewceiya hebûna dar wekî çavkaniya jiyanê hatiye kirin.
Heyameke hinek aliyên firsetxwaz ku di nava wan de şûpiyê Spaha Pasdaran jî xûya ye, bi awayeke bernamedarêtî dest kirine bi birîna daristanên Kurdistanê ji bo bikaraîna taybet, ku pêka nûçeyan, beşek ji wan bo çêkirina rejû mifahê jê werdigirin û beşek din ji wan bo karxaneyên kaxez, li Bakurê Îranê têne hinardekirin.