Di gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, xelk bi berdewamî, bi keda xwe bona pêşîgirtin ji vîrûsa Koronayê, di hemû cihên giştî de dermanên dijegemar direşînin.
Di rojên Pêncşemî û Înê de, çendîn gundên girêdayê bajarê Mihabadê bi perê xwe û bi alîkariya xelkê xwebexiş, kolan, tax, şeqam û cihên giştî, dermanê dijegemar reşandin.
Gundên Mihabad yên wekî, “Soynas, Kawilana xwarê, Beytas, Gageşa Serê û ya xwarê”, ji aliyê xelkê ve hatine qerentînekirin.
Herwisa di bajarê Şinoyê de cihên wekî, Nelos, û herwisa gundê “Sewce”yê de, xelkê bi perê xwe di cihên giştî de dermanên dijegemar reşandine.
Dukan û bazarên “Dize” a girêdayê Mirgewer, bi hegera vîrûsa Koronayê hatine daxistin û xelkê her bi xwe ew bajaroke qerentîne kiriye.
Rejîma Îranê di dema kirîzan de, alîkariyê xelkê nake û xelk bi xwe destbikar dibin.
Di bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê de, bi emrazên heyî û li ser pere û xercê xwe di gund û bajarên xwe de, dermanê dijegemar reşandine.
Di hindek ji bajaran de jî, xelkê bona komkirina alîkariyan, kempên danîne heya ku bikarin wan alîkariyan bi destê xelkê bigihînin.