2 ji wan çen kesên girêdayî bi rejîma îranê ku Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê mûşekbaran kiribûn, hate destbiserkirin û ê`îtraf bi rastiya wê êrîşa mûşekî kir.
Gorî ragihandina tora ewlehiya herêma Kurdistanê, 2 kes ji wan 4 kesên ku mûşekbarana Balafirgeha Hewlêrê kirine, hatne girtin û di îfadê xwe de bi hûrî ê`îtraf bi aliyên weşartiye wê êrîşê kirin.
Ewan terorîstane di îfadê xwe de gotine ku, ew êrîş bi serokatiya Ebû E`îla Elwelye endamê Girûpa ketaêba Seyîd el şoheda, yêk ji girûpên girêdayî yê rejîma îranê bûye, û mûşekên ku di wê êrîşê de hatine bikaranîn, mûşekên çêkiryê rejîma Îranê bûne.
Encumena tenahiya Herêma Kurdistanê, di vîdeo yekê de, ê`îtrafa yêk ji wan terorîstan bi navê Heyder Hemze Ebas belav kir.
Wê girûpa terorîstî bi piştewanî û teyar kirina ji aliyê rejîma Îranê ve, di piraniya alozî û karên terorîstiye di nava Îraq û Sûriyê de dest heye.
Şewa 15ê meha Fêbriya 2021an, bajarê Hewlêrê û Balafirxane û binkên hêzên hevpeymanan, kevtne ber êrîşekî Mûşekî.
Di wê êrîşê de kesek hate kuştin û çendîn kes jî birîndar bûn.
Rejîma Îranê bi çek û perê Îranê dehan girûpên terorîstî û milîş di herêm de û bi taybetî li Îraqê de çêkirine û berdewam bi armanca tevdaniyê û encamdana karê terorîstî wan bikar tîne.