
Şeva Duşemî, 15`ê Şibata 2021`an demjimêr 9:30 xûlekan, 8 mûşek nêzî balafirxaneya navnetewî ya Hewlêr, Qada Ajelan, Taxa Bextiyarî û derdora Naz Cityê ketine xwerê.
Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) jî daye zanîn, binkeyeke hêzên wan li Hewlêrê bi 14 mûşekan bo bi armanc.
Berdevkê Pentagonê “John Kirby” ragihand, 14 mûşekên Katyûşa li binkeyeke hêzên wan li Hewlêrê ketin û di encamê de kesekî ku bi girêbest kar dike hat kuştin û 6 kesên dine jî birîndar bûn ku yek ji wan leşkerekî Amerîkî bû.
Girûpa çekdar a terorîst a bi navê “Seraya Ewliya El-Dem” ku girûpeke terorîstî ya ser bi rejîma Îranê ye, ev êrîşe kişandiye stuyê xwe.
Di vê derheqê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, di “Twitt”ekê de êrîşa mûşekî bi tundî şermezar kir û ragihand: “Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine.”
Dijeterora Kurdistanê li rûpela xwe a “Facebook”ê hin wêne belav kirin û nivîsî: “Li gor zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, piştî êrîşa mûşekî ya şeva Duşemê ya li ser Hewlêr a Paytexta Herêma Kurdistanê, dezgehên ewlehiyê karîne ew otomobîla ku mûşekan ji wê ve hatibûn avêtin ser Hewlêra Paytext bibînin.”
Di vê derheqê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” ragihand: “Em ji vê êrîşa mûşekî ya ku li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin, gelek tûre ne”.
“Stephen Hickey”, Balyozê Birîtaniya li Îraqê, ew êrîşa li ser Hewlêrê û hêzên hevpêymanan şermezar kir.