Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heya niha jî, di piraniya bajarên Kurdistan û Îranê de înternet nîne

11:02 - 28 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê li tirsa derneketina cinayetên xwe, heya niha jî, di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, hêşta jî Înternet girê nedaye.

Rejîma Îranê ji tirasa serhildaneke dinê ve, înterneta piraniya bajarên Kuristanê û Îranê girênedaye.

Rejîmê heya niha di Rojhilatê Kurdistanê de înterneta mobaylan a wekî, Îransêl, Hemrahê Ewel û Raytil, hêşta jî girênedaye.

Di destpêka xwenîşandana xelkê nerazî di Îran û Kurdistanê de, rejîma Îranê bi sebeba ku cîhan agehdarê cinayetên wan nebe, înternet bi gîştî qut kir.

Piştî derbasbûna çend rojan di ser xwenîşanderan de, û serkut kirina wan ji aliyê rejîmê ve, êdî rejîmê di çend bajarên Îranê de înternet girê da.

Serkutkariyên rejîmê, heya niha jî der dikevin ku çawa xelkê nerazî tepesre dike, û roj bi roj vîdiyoyên nû ên tepeserkariya rejîmê di nav torên civakî de belav dibin, û di wê xwenîşandanê de, sedan kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û birîndarkirin û  hezaran kes jî hatine desteserkirin.