Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyama Heftiyekê ye ku xwenîşandan li El-Ehwazê berdewam in

13:38 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2021

Xwenîşandanên xelkê El-Ehwazê li şeva derbasbûyî di 7 barjarên din ê wê parêzgehê de bi rê ve çûn.

Xelkê xwenîşander daxwaza xizmetkariyan bi taybet ava vexwarinê dikin.

Di bajarê “Dexaxile”yê de xelk hatine ser şeqaman û agir berdane lastîk û tekeran û rêyên hatinûçûnê dayxistine.

Di bajarê “Xefaciye”yê de xelkê, hêzên serkutker ên rejîmê xistine nav dorpêçê û li dijî rejîma Îranê silogan dane.

Di piraniya bajarên din ên El-Ehwazê de, xelk hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dane.

Bi sedema nebûna ava vexwarinê xwenîşandan û nerizayetî, parêzgeha “El-Ehwaz”ê girtiye ber xwe û Heta niha çendîn hevwelatiyên Ereb bi sedema teqeyên hêzên rejîma Îranê, canê xwe ji dest dane.

Ew xwenîşandan ji aliyê netewên din ên Îranê wekî: “Kurd, Tirk, Belûç, Tirkemen û Lur” ve piştewanî ji wan hatiye kirin.

Hevdem Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ bi belavkirina trakt û siloganên taybet, daxwaz ji xelkê kiriye ku piştevanî ji xwenîşandanên El-Ehwazê bikin.