Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heybetek ku naşkê

20:59 - 21 Kanûna Paşîn 2019

Kerîm Pewîzî

Di dîroka neteweyên bindest û belengaz û bi giştî ew neteweyên ku dijminên gellek dilreq hene, hindek beşên taybet peyda dibin, ku dijminên vê neteweyê hewlên gellek binecî didin, ku vê qonaxa taybet sivik û lawaz bikin.

Bo mînak dema ku spîpêst li Ewropa diçin Amerîkayê, û dixwazin ku xaka sorpêstan dagîr bikin, her cure berbirûbûn û xweragiriyeke sorpêstan bi navê hovîtî û paşvemayîn û hovîtiya sorpêstan ji nav dibin, û hêcetekê bo kiryarên xwe tînin.

Yan li Îrana serdema îdeolojiya Pehlewî-Xomênî de, xweragirî û xweradestnekirina neteweyên Turk û Kurd û Ereb û Belûç û Turkemen bi dijberîkirina digel şaristaniyetê û digel xwedê û îxanet bi dayka nîştiman (Mami Mîhen) hate binavkirin, û qonaxên hestiyar ên dîroka van gelan wekî destçêkiriyê biyaniyan û sivik nîşan didin.

Di wêneya taybetî ya Kurd de, dema ku di lûtkeya faşîzmê û paşveman û serberedayîtiyê di navçê de, Kurdistan di sala 1324-an de deshilata Komarî bi awayekî demokratîk radigehîne, ew yek xaleke girîng a guherînê ye di Îran û Kurdistanê, û heta Rojhilata Navîn de jî.

Dema ku Rizayê Mîrpenc deshilata bi nav modern a xwe ava dike, mdernbûnê di rûtbûna jinan de dibîne, û jin û keçên wî serpoşa xwe radikin û dibin mînaka mode û kincan.

Lê ku deshilata Komara Kurdistanê bi destê pêşewayê nemir û bi rêbertiya PDKÎ tê avakirin, Pêşewayê gel rêkxirawa tayet bi maf û pêgehandina jinan ava dike û hevjîna wî dibe mînaka xebatkariyê di pêxema yeksaniya heqîqeta jin û mêran di nava malbat û civakê de.

Ew deshilata biheybet  a neteweyî- demokratîk e li kurdistanê û li serdema cilîdanêya paşvemayîn û faşîzmê di navçê de, qonaxeke pirr şanazî bo neteweya Kurd e, û kerbê vêde ye ku dijminên hûr û gir ê Kurd û PDKÎ berdewam di hewla sivikatîkirina wan de bûne û berdewam xwastine wê  wekî paşbendeke xwestek û berjewendiyên Baqirof û Pîşewerî û şerê çend eşîran bi nav bikin.

Lê ew xwehilkutana dijminên Kurd qet serkevtî nebûye, û dehik bi dehik, Kurd û Kurdistan zêdetir ketine pey hez û xwezî û daxwazên rewa ên PDKÎ û Komara Kurdistanê, û niha êdî takê Kurd şanaziyê dikin ku xwe wekî hevwelatiyekî Komara Demokratîk ya Kudistanê pênase bikin. Nasname û pênaseyeke neteweyî û nîştimanî ku cudatir ji pêvajoya dîrokî, serberedayî û hovîtiyê di navçeyekê de ye, û Kurd û Kurdistanê dike gewhereke geş di dîroka dûr û nêzîk de.   

 Ew mezinahî û heybeta Komara Kurdistanê û rêberên pir biheybet ên wê û bi taybetî Pêşewayê wê yê nemir, kelheke biheybet e, û dîwareke çiyayî heye, û li dewra bajar e, ku dujminên wê, hindî ku zêdetir xwe hildikutin da ku sivikatiyê pê bikin, xwe zêdetir sivik dikin, û berev ketina nav qofiyê de diçin û Komar di nava bîr û hizra takên nîştimana Kurdistanê de qahîmtir dibe, û bicoştir ji caran derdikeve.