Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyder Qurbanî girtiyê siyasî yê Kurd li gîrtîgeha Sineyê hate îdamkirin

13:04 - 19 Kanûna pêşîn 2021

Sibêdeha îro Yekşemî 28`ê Sermaweza 1400`an a Rojî, “Heyder Qurbanî” kurê “Elî” û girtiyê siyasî û xelkê bajarê Kamiyaranê, ji aliyê rejîma Îranê ve li girtîgeha bajarê Sineyê hate îdamkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, berpirsên rejîma Îslamî li girtîgeha Sineyê hikimê wî girtiyê siyasî yê Kurd demjimêr çarê sibêdehê cî bi cî kirine; Hevdem yek ji birayên “Heyder Qurbanî” ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye binçavkirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê li gor çavkaniyek agehdar belav kiriye: “Hêzên ewlehî û Îtila`atî yên rejîmê, ji tirsa xelkê ve goristana “Bizweş”ê ya ser bi Kamiyaranê mîlîtarîze kirine”.

Berê sedan welatiyên xelkê Kamiyaranê bi wajokirina nameyekê rû li rêberê rejîma Îranê, daxwaza hilûşîna hikimê îdamkirina “Heyder Qurbanî” kiribûn.

Roja Duşemî 18`ê Gelawêja îsal, malbta wî girtiyê siyasî serdana dadgusteriya giştî ya parêzgeha Sineyê kiribûn û bi malbata navbirî re hatibû ragihandin ku daxwaza cîbicîkirina maddeya 477 a yasaya oliya dadresî ya “Keyferî bo “Heyder Qurbanî” hatiye redkirin û dosiyeya navbirî bo cîbicîkirina hikimê wî bo taya birêvebirina hikimê dadgeha Înqilab a bajarê Kamiyaranê hatiye veguhastin.

“Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî yê temen 48 salî û xelkê bajarê Kamiyaran ê ser bi parêzgeha Sineyê meha Rezbera 1395`an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bi tohmet “hevkrîkirin di kuştina çend kes ji bikirêgirtiyên rejîma Îran”ê de hatibû girtin.

Meha Reşemeya heman salê televîziyona Îngilîzî ziman a “Pres Tv” a ser bi rejîma Îranê bi nîşandana dêkomînterek bi navê “Ajotvanê Merg” beşek ji îtirafa bizorê ya wî girtiyê Kurd belav kir.

Heyder Qurbanî, 14`ê Rezbera 1398`an a Rojî, bi tohmetên “lêdana fîzîkî û birîndarkirin bi çek, beşdarî di kuştina bi zanebûn, hewildan û revîn ji peyketin û hikimdan û cezadan, hevkarî li kuştina bi zanebûn, destpêka kuştina bi zanebûn, guherîna pilaka maşînê, dizîna mirovan û wergirtina malê dizîvê, hevkarîkirin digel yek ji Hizbên Kurdî ên opozsiyonên dijberên rejîma Îranê” di taya 1 a dadgeha Keyferî ya Sineyê de hatibû cezadan.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd di dadgeha taya 1 a Keyferiya Sineyê de bi sê car girtîgeha te`izîrî her yek ji wan 30 sal girtîgeh hatibû cezadan.

Heyder Qurbanî, roja Sêşemî 8`ê Rêbendana 1398`an a Rojî, ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a Sineyê ve, bi tohmeta “bexî, hilgirtina çekê li dijî rejîmê û nîzama rejîma Îslamî” bi îdamê hatibû cezadan.

Berê jî Saziya Efûya Navnetewî û gelek rêkxirawên mafê mirovî û karnasên Saziya Netewên Yekgirtî teîd kiribûn ku “Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî yê Kurd di bin îşkenceya hêzên rejîma Îranê de rastî îtirafa bizorê hatiye.