Kurdistan Media: Heyetek ji Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê seredana pêşmergeyên birîndar ên di encama êrîşa PKK de kir.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşemî 25`ê gulana 2015`an, heyetek ji Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku di merasîma binax kirina cangorî û şehîdê destê PKK de kiribû, seredana pêşmergeyên birîndar kir.
Di wê serdanê de, heyeta Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat hêviya başbûn û silametiya çiqas zûtir ji bo birîndaran xwast û îrade û morala wan pêşmergeyan jî bilind nirxand.
Roja yekşemî 24`ê gulana 2015`an, di encama êrîşa girîlayên PKK bo ser pêşmergên Hizba Demokrat, pêşmergeyekî Hizba Demokratê bi navê “Qadir Kerîmî” şehîd ket û 3 pêşmergên din jî birîndar bûn.
Di 25`ê gulanê de termê şehîd “Qadir Kerîmî” bi beşdariya heyetek ji Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat, endam, pêşmerge û nûnerên çendîn hizb û aliyên siyasî li goristana nawenda 3` a Kurdistanê de di nav girseya xelkê beşdarbû de bi axê hat spartin.
Heyeta Deftera Siyasî di merasîma veşartina şehîd “ Qadir Kerîmî” de xembarî û dilnegeraniya xwe ji vê karesatê anî ziman û xwe bi şirîkê xem û kovanên malbata Qadir Kerîmî zanî û hêviya sebir û seboriyê ji wan re xwast.