Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek ji komîteya PDKÎ li welatê Fînlandê li salvegera refrandoma Başûrê Kurdistanê beşdar bû

11:41 - 26 Îlon 2021

Roja Şemî rêkevta 25`ê Îlona 2021`an li çaremîn salvegera refrandoma serbixwebûna Başûrê Kurdistanê, rêûresmek taybet ji aliyê “Rewenda Kurd” li derveyê welat hate lidarxistin.

Li ser banghêjiya fermî ya “Rewenda Kurd” li Fînlandê, heyetek ji komîteya giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku ji “Cehanbexş Xalidî, Celal Subhanî û Şefî`i Rewşenî”pêk hatibû, beşdar bûn.

Rêûresim bi sirûda netewî ya “ Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji xebat û cangoriya  şehîdanên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Piştire her yek ji nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê û rêkxirawên medenî peyamên xwe bi vê hilkeftê pêşkeş kirin.

Di peyama beşdarên wê rêûresmê de, rola endamên PDKÎ û xelkê Rojhilatê Kurdistanê li derveyî welat li rêkxistina karnavalên refrandoma Başûrê Kurdistanê bi bilind nirxandin û bi girîng dane zanîn.

Di peyama her yek ji beşdarbûyan de, bas ji rola xirab, destêverdan û siyasetên şerxwazane yên Komara Îslamiya Îranê  bi berpirsayetiya “Qasim Silêymanî” yê terorîst, hate kirin û destêverdanên rejîma Îranê şermezar kirin.

Li peyama komîteya giştî ya PDKÎ li welatê Fînlendê ku ji aliyê endamê komîteyê “Celal Subhanî” ve hate pêşkeşkirin, tevî bilind nirxandina biriyar û birêveçûna refrandoma serbixweyiya Başûrê Kurdistanê û hewla dagîrkerên Kurdistanê li dijî netewa Kurd li çar aliyên Kurdistanê şermezar kirin.

Herwisa di peyama komîtê de, êrîş û bombebaranên binkeyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin.

Di dawiya rêûresmê de, nûnerên komîteya PDKÎ digel nûnerên Partî û aliyên din ên beşdarên rêûresmê, hevdîtin kirin û li ser qahîmtirkirina peywendî û hevkariyên  zêdetir digel hev tekezî kirin.