Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek ji xebatkarên Kurdistana Bakûr serdana polîtboroya Hizba Demokrat kirin

19:36 - 1 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Şandeyek bi navê xebatkar û şoreşvanên Kurdistana Bakûr li serdana xwe bo Polîtburo ya DKÎ de, serxweşiya xwe arasteyî malbata şehîd Qadir Kerîmî kirin. Heyetê ew reftara niha ya PKK`ê bi bêemegî li hember Hizba Demokrat de da zanîn û ew şêwe reftar şermezar kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja yekşemiyê 31`ê gulana 2015`an, heyeta Têkûşerên Kurdên Bakûrê Kurdistanê bi serpereştiya “Osman Ocelan”serdana Deftera siyasî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kir. Ew Heyet ji aliyê heyeteke Hizba demokrata kurdista Îranê, bi serpereştiya “Mihemed Nezîf Qadirî” endamê Deftera Siyasî ya wê parityê ve, pêşwazî jê hat kirin.

Di vê serdanê de Osman Ocelan, tevî xembarbûn ji şehîdbûna pêşmergeyê partiya demokrata Kurdsta îranê, sersaxî ji bo malbata şehîd Qadir Kerîmî re xwest û ew bi sebr û xweragirbûnê vexwendin.

Ocalan di beşeke din yê gotinên xwe, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bi hizbeke emegnas di tevgerên azadîxwazane yên neteweya Kurd di hemu parçyên Kurdistanê da zanînû regehand: Di sextirîn û dijvartirînê rewşê de alîkar û hevkarê hêzên Kurdistanê ye, yek ji wan alîkariya “PKK”ê kirî ye, reftara niha ya Partiya Karkerên Kurdistanê bi emegnezanî li hember Hizba Demokrat dazanîn û bi tundî şêwya vê reftara “PKK”ê şermzar kir û piştewaniya xwe jibo hizbê bi hemu hêza xwe ragehand.

Dure Mihemed Nezîf Qadirî tevî sipas û rêzgirtin bo heyetê bi xasmanî Osman Ocelan got:”Ji bo hemu aliyan rohne ku Hizba Demokrat hemu berjewendiyên neteweyî diparêze û her tim hêvî dike pirsgirêkan bi rêya aşîtî û diyalogê bên çareser kirin”.
Qadirî di dumandina gotinên xwe de ragihand: Tarîxa tejî ya serweriya Hizba Demokrata Kurdista Îranê nîşandaye ku berçavgirtina pirensîpên exlaq li siyasetê de, di demên biryar û birêvbirina erkên li ser milê wê, di heman demê de piştewaniya kesayetî û hêz û aliyên siyasî li Hizba Demokrat, bi xala xurt a siyasî û reftara niştimanî û neteweyî a wê hizbê da zanîn.