Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek PDKÎ serdana Zanîngeha bajarê Koyê kir

17:28 - 13 Nîsan 2022

Heyetek PDKÎ bi serperestiya Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Koyê, “Nasir Salihîesil” serdana Serokê Zanîngeha Koyê Dr. “Welî Mehmûd” kir.

Ew heyete ji Berpirsê Pêwendiyên Koyê “Nasir Salihîesil”, Endamê Komîsiyona Komelayetî ya PDKÎ “Seyîd Necmedîn Haşimî” û Berpirsa Beşa Perwerde ya Komîsiyona Komelayetî “Mehbûbe Îbtikar” pêk hatibû.

Di vê serdanê de bi armanca spasîkirin û pêzanîn bo serokatiya zanîngeha Koyê û kolêjên zanîngeha Koyê seba pêgihandin û perwerdekirina xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê, lewheyek rêzgirtin û desteyek gul ya Hizba Demokrat pêşkêşê Serokê Zanîngehê Dr. “Weli Mehmûdî” hate kirin.