Rapor basa wê yekê dikin ku dewleta Amerîkayê mijûlê dariştina bernameyekê ye ku li wê heftiyê de heyetekê ji berpirsên payebilind ên wî welatî pêkhatiye, bo Rojhilata Navîn bişîne taku li derheq danûstandinên digel rejîma Îranê, danûstandinê digel welatên deverê bikin.
Ew heyet ji berpirsên Wezareta Derve, Şêwraya Tenahiya Netewî û Wezareta Berevanî ya Amerîkayê pêk hatiye ku bi serokatiya hevahengkerê siyaseta derve yê Amerîka li Şêwraya Tenahiya Netewî, “Brett McGurk” û Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Dêrk Şûle” pêk hatiye.
Pêka rapora nûçegihaniya “Bloomberg”ê, serdana heyeta Amerîkayê bo deverê, bi armanca alxayînkirina hevpeymanên Amerîkayê li derheq danûstandinên navkî yên digel Îranê ye.
Berpirseke Amerîkayê ku nexwestiye navê wî eşkere bibe, bi nûçegihaniya “Bloomberg”ê ragihandiye: “Ew heyeta li derheq babetên girîng û pêwendîdar bi tenahiya Amerîkayê û hewlên wê dawiyê yên bona kêmkirina aloziyan li Rojhilata Navîn de, dê gotûbêjan bikin.
Serdana wê heyeta Amerîkayê li halekê de ye ku hindek ji welatên deverê, nigeranê dana poen ji aliyê Amerîkayê ve bo Îranê li danûstandinê bajarê “Viyen”ê, bona zivirîn bi Bercamê ne.