Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Demokrat, serdana Parlemana Yekîtiya Ewropayê kir

16:35 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Li berdewamiya kar û çalakiyên taybet bi bîranîna 30 saliya terorkirina duktor Qasimlo û hewalên wî, heyeteke HDKÎ, bi serperestiya Lêpirsiyarê giştî ê HDKÎ “Mistefa Hicrî”, serdana Yekîtiya Ewropayê kir.

Roja Sêşemî 18ê Pûşpera 1398an (9ê Tîrmeha 2019an), her li Çarçêweya kar û çalakiyên taybet bi bîranîna 30 saliya terorkirina duktor Qasimlo û hewalên wî, heyeteke HDKÎ, bi serperestiya Lêpirsiyarê giştî ê HDKÎ “Mistefa Hicrî”, serdana Yekîtiya Ewropayê kir.
 
Heyta Hizbê, ji aliyê “Ralif Bançês”, serokê Saziya UNPO û endamên din ên desteya sekertariya  wî Saziyê, û hey`tek li endamên Yekîtiya ewropayê bi serperestiya “Julî Ward” endamê parlemana Yekîtiya Ewropayê li firaksiyona “Sosyal Demokrat” bi germî hatine pêşvazîkirin.

Despêka dîdarê “Elî Ebdîlzade” basa dîroka Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

Piştre “Mistefa Hicrî” kurte basek li ser dîroka xebata Kurd li Kurdistana Îranê kir.

“Mistefa Hicrî” basa tepesekirina neteweya Kurd kir, ku ji aliyê desthelatdarên cuda li berdewamiya dîrokê di Îranê de û bitaybet di heyama Çar dehikên derbasbûyî de kir û got: “Gelê Kurd di bersiva daxwazkariyên despêkî ên mafên mirovî û neteweya xwe de, ji aliyê rejîma Îranê ve bi awayekî dirindane têne serkotkirin û terorkirin û desteser kirin.

Lêpirsiyarê giştî ê Hizba Demokrat îşare bi vê yekê kir ku, hewlên welatên Ewropayî bo guherîna reftarên rejîma Îranê bê encam bûn, û di bingehê de ew rejîme îmkana guherîna erênî tê de tunine. 

Piştre çend pirsyarên parlemntaran ji aliyê Lêpirsiyarê giştî ve hate bersiv dan.

Di parek din a wê civînê de, “Dr. Îdrîs Ehmedî”, beseke akademîkî derheg rewşa Îran û Rojhilata Navîn pêşkêş kir.

Di dawiya wê civînê de, “Teymûr Elyasî”, serokê Saziya mafê mirov ê Kurdistanê, komek sebeb derheq bi binopêkirina mafê mirov li Kurdistan û Îran bigiştî anî ber bas.