
Roja Yekşemî 28ê Xakelêweya 1401an a Rojî, heyeteke “Partiya Kirêkaran a Rencderanê Kurdistanê” bi sereperstiya “Bapîr Kamela”, Sekreterê Giştî yê vê Partiyê û Endamê Parlemana Kurdistanê serdana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê Cihgirê Duyem ê Lêpirsiyarê Giştî yê Hizbê û Berpirsê Dezgeha Pêwendiyên Giştî yên Hizba Demokrat “Mihemednezîf Qadirî” ve, pêşewazî li wan kir.
Di vê hevdîtinê de rewşa Kurdistan û deverê hate gengeşekirin û li dergeq guherînên deverê bi hûrî bas hate kirin û her aliyek ji dîtingehên siyasî û helwîstên xwe, çawatiya bipêşvebirina tevgera netewiya demokratîk a netewa Kurd li her beşek ji Kurdistanê bas kirin.
Di vê hevdîtinê de her du aliyan pêka rewş û hevkêşeyên siyasiyên niha yên wan welatên ku Kurdistan bi ser de hatiye dabeşkirin û rewşa deverê, hewcehiya yekgotarî û vekheviya hêz û aliyên siyasî bi erkek girîng dazane zanîn.
Di dawiyê de her du aliyan tekezî li ser bihêztirkirina pêwendiyên dostane yên di navbera wan du Hizban de kirin.