
Roja Duşemî rêkevta 2`ê Reşeme, (21`ê Şibat a 2022`an) heyetek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serpereştiya “Mihemednezîf Qadir” Cihgirê Duyem yê Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ û Berpirsê Dezgeha Giştî ya Pêwendiyan, li rêûresma 43`emîn salvegera eşkerebûna xebata “Komele” de beşdarî kir.
Ev rêûresme bi awayê hevbeş ji aliyê “Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îran û Komeleya Zehmetkêş a Kurdistan”ê ve bi rê ve çû.
Peyama pîrozbahiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê heyeta Hizbê ve pêşkêşê birêveberên rêûresma hevpar hate kirin
Deqa peyama pîrozbahiyê wiha ye:
Birêzan:
Deftera Siyasî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê!
Deftera Siyasî ya Komeleya Zehmetkêş a Kurdistanê!
Tevî silavek şoreşgêrane û nîşandana spas û pêzanîna me bo banghêjiya we bo beşdarî li rêûresma we ya hevpar ya bi hilkefta 26`ê Rêbendanê, 43`emîn salvegera eşkerebûna Komeleyê, di vê rêûresma pîroz de, em bi navê birêz “Mistefa Hicrî” Lêpirsiyarê Giştî û Rêberayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pir bi dil pîrozbahiya xwe pêşkêşê we birêzan û hevalên rêberî û hemû kadr, pêşmerge, endam û civata Komeleyê dikin û em hêvîdar in ku piroseya siyasî ya Komeleyê bo yekgirtina refên we bi serkevtî be.
Bêguman pêkanîna vê rêûresma hevpar, destpêka qonaxek nû li jiyana siyasî û rêkxiraweyiya Komeleyê ye bo vê mebesta ku îşare pê hate kirin.
Di vê rewşa hestiyar de ku gelê Kurd û tevgera mafxwazî ya rewaya wê tê de derbas dibe û ev krîzên ku rejîma kevneperest a Komara Îslamî li asta navnetewî, deverî û navxweyî de digel rû bi rû bûye û derfeta xebatek siyasî û cemawerî roj li pey roj bo xortên xebatkar ên gelê me tê gorê û em bikarin bi erkên xwe yên siyasî bi yekîtî û yekgirtinê ve li ser piroseya siyasî ya welatê xwe û hereketa millî-demokratîk a gelê xwe bi bandor bin.
Bêguman Komele wek yek ji hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û hevpeymanek kevnar ê PDKÎ, çi li asta Kurdistan û çi di asta seranseriya Îranê de bi vê yekîtî û yekgirtinê ve dikare bi gurrtir ji caran rola xwe ya xebatkarî bilîze.
Di dawiyê de cardin em pîrozbahiyê li we dikin û em hêviya serkevtina zêdetir bo we dixwazin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Giştî ya Pêwendiyan
Mihemednezîf Qadirî