Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hey`eteke PDKÎ serdana Parlemana Sûêdê kir

17:35 - 23 Kanûna Paşîn 2020

Roja Çarşemî, 2`ê Rêbendana sala 1398 a rojî, hey`eteke PDKÎ, bi serpereştiya “Hemîd Teymûrî” û “Cemîle Hesenxalî”, bi armanca hevdîtin digel “Jenîn Erîkson (Janine A. Erîcsson), nûnera Partiya Jîngeh (MP)yê, serdan Parlemana Sûêdê kirin û digel navbirî, civînek pêk anîn.

Di wê civînê de, komek bas li ser Îran û deverê, û bi taybetî li ser Kurdistanê kirin.

Di wê civînê de, basa xwenîşandanên wê dawiyê yên Îranê û kuştin û birîndarkirina xelkê ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîmê ve hate kirin, û herwisa basa kuştina Qasim Silêmanî, ji aliyê Amerîkayê ve û xistine xwarê a balafira Ukraynê li bajarê Tehranê, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve û canjidestdana nêzî 180 kesan ku 8 ji wan Kurd bûn hatine kirin.

Di wê civînê de bas hate kirin, ku rewşa Kurdistanê di asteke here aloz de ye û rejîma Îranê, hemû Kurdistan ji bajar û gundan ve heya ser sînoran, toreke leşkerî raçandiye û hêzên leşkerî têde cihgîr kirine. Herwisa ti rojek nîne ku Kolberekî nekujin an birîndar nekin û xelkê desteser nekin an xelkê bo dezgehên be nav ewlehî gazî nekin.

Herwisa di wê civînê de, kurte basek li ser kiryarên rejîma Îranê di sala 2019`an de wekî, têkdana jîngeha Kurdistan, agirberdan daristanan, têkdana rêyan û kuştina 177 Kolberan û kuştina 30 kes bi tohmeta hebûna tiştên qaçax di rêyan de, desteserkirina 138 welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve, kuştin û birîndarbûna 54 welatî di encama teqîna Mînan de, Îdamkirina zêdetir ji 55 welatiyan û desteserkirina nêzî 700 kes ji welatiyan bi hegera beşdarîkirin di xwenîşandanan de, xistine ber destê “Jenîn Erîkson” a parlemantera welatê Sûêdê.

“Jenîn Erîkson, spasiya hey`eta Partiya Demokratê kir, ku ew zanyarî radestî wê kirine û herwisa bas kir, ku ti dîdgehek baş li ser rejîma Îranê tinînin.

Herwisa navbirî gotiye, ku wekî Partiya Jîngeh (MP)ê, piştevanî ji mafên gelan û bi taybet ê Kurd di Îranê de dikin.

Hey`eta PDKÎ jî, daxwaz ji wan kirin ku piştevaniya siyasî ji pirsa Kurd bikin û rêçareyekê bo pirsa Kurd destnîşan bikin.