
Kurdistanmedia: Heyeteke zankoya “Knowledge” serdana Desteya Kargêrî ya PDKÎ kir, û komeke hevkariyên mirovdostane pêşkêşî malbatên zirardîtiyên PDKÎ kir.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, îro Sêşemiyê 20`ê Xermanan heyeteke zankoya “Knowledge” bi serperestiya birêz Dr. Hîmdad serdana binkeya serekî ya Desteya kargêrî ya PDKÎ kir, ku ji aliyê birêz kak Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê hizbê ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Piştî eşkerekirina nerehetiya xwe ji vê kiryara şermokane ya Komara Îslamî li hemberî Hizba Demokrat li 17`ê Xermananê de, ji aliyê zankoya xwe ve komeke hevkariyan bi malbatên Hozba Demokrat kirin, ku di encama mûşekbarana 17`ê Xermananê de tûşî xisraê bibûn.