Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetekî Rêberiya PDKÎ serdana Goristana Şehîdan kir

18:14 - 29 Adar 2020

Bi hilkevta 10 ê Xekelêwê Roja Şehîdên Kurdistanê, heyetekî Rêberiya PDKÎ, çu ser mezarê şehîdên Kurdistanê.

Di 73 yemîn salroja lisêdaredana Pêşewa Qazî Mihemed Serkomarê kurdistanê û hewalên wîde, heyetekî Rêberiya PDKÎ bi serokatiya Hesen Şerefî, Cêgirê yekem yê Lêpirsyarê giştiye Hizba demokrat, parek ji malbatên Şehîdan, û hejmarek Kadr û pêşmerge û endamên hizbê, serdana goristana Şehîdên Kurdistanê kirin û tace Gula rêz û emegdariyê danane ser Gora şehîd seyîd selam ezîzî.

Despêkê de ev heyeta bona rêzgirtin ji riha hemî Şehîdên kurd û kurdistanê demekê bi bê dengî ser piyan rawestan, piştî hingê hesen Şerefî Cêgirê Lêpirsyarê giştiyê Hizbê di gel Mehtab xizrî keça Şehîd ebdulla xizrî, tace Gul dananê ser Mezarê Şehîd Selam ezîzî.

Piştî hingê Rêzdar Şerefî di axivtinekê de, tewî bilind nirxandina yad û bîranîna Şehîdên Kurdistanê, got: Bi armanca parastina silametiya canê domderên rêbaza Şehîdan, daku tûşî Vîrûsa korona yê nebin, Îro me bi nuneratiya wan hemiyan serdana Mezarê Şehîdan kir, li ber evê ku felsefa kar û xebata hemî Şehîdan û li serweyî hemiyan, qazî, Qasimlu û Şerefkendî, parastina jiyan û kerameta Mirovan bû.

Li dawiyê de Şerefî hivî xwast ku di wê rewşê de hemî xelkê Kurdistanê bi berçaw girtina rênimayî yên tendirustî û bi awayê yêkgirtiyane di demeke nêzîk de bikarin bi ser nesaxiya korona yê de serkevin, û ewa jî bibe destpêkek bo xebatekî rijd bi dijî dîktatoriya Komara îslamî û bidestwe hatina armancên bilinde şehîdan.