Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyva Sor a Îranê înkar ji alîkarî gihandinên welatên biyanî dike

11:40 - 14 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Saziya Heyva Sor ya Îranê alîkarîgîhandinên welatên biyanî yên bo lehîlêdaiyan înkar dike.

Li gorî raporên belavbûyî, Saziya Heyva Sor rejîma Îranê di raporeke xwe de belavkiriye ku heya niha alîkariyên tu welateke biyanî negihîştiye destê me lê, û ev îda`ya vê saziyê di demekê deye ku, heya niha welatên wekî Heyva Sor a Efxanistan, Tirkiye, Federasyona navneteweyê a Xaça Sor û Heyva Sor, Xaça Sor a Almaniyayê, Heyva Sor a Kowêyt, Wezareta Rewşên neasayî a Ermensitanê, her yek ji van saziyên van welatan alîkariyên mirovî bo xelkê lehîlêdayî yên Îranê şandine.

Herwisa hejmareke welatên din jî îlana amadebûna xwe bo gihandina alîkariyên mirovî bo bajarên Îranê yên ku rastî lehiyê hatine kirine.

Ev gotinên saziya Heyva Sor a rejîma Îranê vê yekê nîşan dide ku, rejîmê ev alîkariyên welatên biyanî ku bo xelkê zirar berketî yên Îranê şandine, radestî vê saziyê nekirine û ev di embaran de xwedîkirine û berpirsên vê rejîma dirende û heya di rewşên wiha de jî, alîkariya xelkê xwe nake û tenê di fikra berîkên xwe de ne.

Berpirsên gendel yên rejîmê, hemû serwet û samana welat talankirine û niha jî alîkariyên mirovî yên welatên biyanî ku bo xelkê lehîlêday şandine didizin.