
Kurdistanmedia: Heyva Sor(Hîlal Ehmer) ya bajarê Mehabadê, gefa destbiserkirinê ji endamên Encûmena “Wejiyana sirûştê” ya Mehabadê”xwer ku bo xelkên ku rastî bûyera lehiyê hatibûn , alîkariyên mirovî komdikirin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endamên Encûmena ““Wejiyana sirûştê”ya Mehabad”ê kempêynek bi dirûşma “em bi tenê cih nehêlan û em jî wan bi tenê cih nahêlin” bo komkirina alîkariyan rêkxistine ku di gel gefên Heyva Sor(Hîlal Ehmer) a bajarê Mehabadê rûbirû bûye.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Heyva Sor(Hîlal Ehmer) a bajarê Mehabadê bi gefxwerina li birêveberên wê kempêynê ragihenadiye, ku dibe alîkariyên komkirî radestê saziya Heyva Sor (Hîlal Ehmer) bikin.
Wê çavkaniyê herwisa daye zanîn ku, endamên Encûmena “Wejiyana sirûştê”ya bajarê Mehabad”ê ew daxwazkariya Heyva Sor(Hîlal Ehmer) red Kiriye.
Wê çavkaniya herwisa bas ji vê jî kiriye ku, piştî redkirina wê daxwazkariyê Heyva Sor(Hîlal Ehmer), ji birêveberên wê kempêynê gefa desteserkirinê hatiye xwerin.
Herwisa bi gotina wê çavkaniyê, serbarê gefxwerinên ji aliyê Komela Heyva Sor(Hîlal Ehmer), endamên Encûmena “Wejiyana sirûştê” ya Mehabadê komkirina alîkariyên xwe bo xelkê lehî lêketî berdewam dike.
Roja Duşemî 5`ê Xakelêweyê, lehiyê gellek gund û bajarên Kurdistan û Îranê girit.
Ewa di demekê de ye ku, karbidestên rejîmê ji bilî wê ku hewla çareserkirina arîşeyan nadin, mixabin pêşî ji alîkarikirina xelkê jî digirin û dest bi ser wan alîkariyan digirin, û bo armancên xwe li welatên din de mifah jê werdigirin.