Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêz û rewabûn

13:20 - 21 Nîsan 2022

Kerîm Perwîzî

Di heyama rojên derbasbûyî de, Artêşa Tirkiyê di dirêjahiya êrîşên xwe yên berê li dijî axa Herêma Kurdistanê û li dijî hêzên Partiya Kedkarên Kurdistan (PKK)ê, beşeke din a êrîşên xwe ên bi navê “Pençe-Kilîd” dest pê kiriye. Di peywendiya digel şerê nû de, dezgehên Îtila`atî û herwisa nûçegihan û medyayên girêdayî rejîma Komara Îslamî kevtine vegerê û di vê navberê de dixwazin, berjewendiyên xwe yên nehs dabîn bikin. Yek ji wan helwestan ku belav kirine, ev nîqaşe bû ku dibêjin di vê alozî û şerî de, hem hikûmeta Îraqê û hem jî hikûmeta Herêmê dibe givaşan bixine ser hêzên çekdar yên neyasayî û wan çek bikin. Ji ber ku ev hêzên han ewlehiya herêma wan xistine metirsiyê, ewlehiya Îranê li herêmê li navçeya rojava û bakurê rojavayê Îranê bi destê hêzên çekar bi qewlê wan cudahîxwaz (tecziyeteleb) kevtiye metirsiyê.

Li kiryar û karên siyasî û leşkerî di cîhanê de, gelek caran cihê tawanbar û qurbanî tê guherîn û yê ku tawan afirandiye û rûyê dîrokê reş kiriye, sîmaya zilmlêkirî li xwe digire û aliyê qurbanî jî weke tawanbarê dije mirovahiyê nîşan dide! Her di wan rojan de, hûn dibînin ku ji ber çavên tev cîhanê, Rûsyayê êrîşî ser Ukraynê kiriye, lê di propagendê de dixwaze wisa nîşan bide ku, Rûsya bûye qurbanî û bo bi hawaraçûna xwe ve penaha xwe bo şerê taybet biriye!

Dema ku desthilatdar pêka lojîkê hêzê dimeşîne, êdî wisa hesab dike ku li her cihekê mûşekek giran lêxist an gurê çeka wê bihêztir bû, êdî eva rewabûn bi wê ye, û dikare çîrokan bi dilê xwe li ser bûyeran behs bike. Pêka vê lojîkê, çîroka rast û heqîqet cem xwediyê çekê ye û hêza çekê netenê di şer de serkevtî dibe, belkî heqîqetê jî destkarî dike û heqîqetê jî dibe!

Dev ji vê berdin, pêka vê lojîkê dibe ku Xamneyî stuxwarê gotinên heqîqet yên Amerîka û Îsraîlê bibe, çimkî hêza wan zêdetire!

Tehrana êrîşber li ser fermana cîhadê hatiye axa Kurdistanê dagîr kiriye û herwisa Spaha Pasdaran a terorîst ku spaheke dagîrker û koloniyalîst e, bi pêlavên pûtîn li ser stuyê xelkê, desthiladariya tepeserkariyê bi rê ve dibe, hatiye dibêje ev kesên ku nabin bi stuxwarê wê desthiladariya zilmkar, terorîst in û wan ewlehiya xelkê Îranê xistiye metrisiyê!

Li cem çek û mûşekên Komara Îslamî tiştek bi navê rewabûn nîne heta ku bi dilê xwe heqîqetê binivîse, belkî rewabûn cem hêza xelkê ye.

Ew Tehrana ku ji Cemarana xwe ve, banga serberediyê lê derdikeve û îdiaya zilhêziyê li deverê dike, bi hebûna Hêza Pêşmergê Kurdistanê ewlehiya wê rastî metirsiyê hatiye, hemen Tehran e ku heyamek berî niha digot, hêzên Kurdî an bi qewlên wan cudahîxwaz şûna wan jî nemaye û ji nav çûne û wan di Kurdistanê de ewlehiyek tevav heye!

Rasana gel, zindîbûn û vegerxistina hêza gel e ku kiryarek dije ewlehî bo ser xelkê nîne, belkî hişyariya gel e ku xew li çavên dîktatorên Tehranê revandiye.