Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza 135 a “Pêşmergên Kurdistan”ê şeva Yelda bi bîr anî

17:28 - 20 Kanûna pêşîn 2020

Hêza 135 a “Pêşmergên Kurdistan”ê di rêûresmekê de, bi beşdariya “Komîteya Zagros” a Yekitiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê yadê şeva “Yelda” û salvegera ji dayîkbûna “Pêxemberê Aşitî”yê bi bilind ragirt.

Rêûresim bi ragirtina demek bêdengî bona rêzgirtin ji canê Paqijê şehîdên doza rizgariya Kurdisrtanê despêkir.

Piştre ji aliyê birêveberên rêûresmê ve xêrhatina ji beşdarbûyan, bi taybet ji “Komîteya Zagros” a girêdayê Rêkxistina Aşkira ya PDKÎ hate kirin.

Di qonaxa yekim de, helbestek ji helbestvanê binavûdengê Kurd”Şêrko Bêkes” derheq kesayetiya “Dr. Qasimlo” ji aliyê pêkêşkarê rêûresmê ve hate pêşkêşkirin.

Piştre şemala bîranîna 90 saliya ji dayîkbûna şehîd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” ji aliyê “Kenêre Mêhfer”a hevjîna şehîd “Resûl Mihemedzade”, ve hate hilkirin.

Di qonaxa dinê de, yek ji pêşmergeyên hêza “Pêşmergên Kurdisytan”ê sirûdek pêşkêşî beşdarbûyan kir.

Qonaxa din ya rêûresmê pêkhatibû ji kurtebasek li ser efsaneya şeva “Yelda” ku ji aliyê berpirsê Perwerde yê Dezgeha Fermandeyiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, “Xalib Hebîbî” ve hate pêşkêşkirin.

Li doma rêûresmê de, jiyannameya “DR. Qasimlo” ji aliyê pêşmergeya hêza“Pêşmergê Kurdistan”ê, “Mehnaz Exterşinas” ve hate pêşkêşkirin.

Herwisa Berpirsa “Komîteya Zagros” a girêdayê Rêkxistina Aşkira ya PDKÎ, “Aske Hesenzade”, helbestek li derheq pîroziya pêşmerge, pêşkêşî beşdarbûyan kir.

Di wê rêûresmê de, çend dest saq ku diyariya xwîşka şehîdekî doza rizgariya Kurdistanê bûn, ji aliyê pêşmergeya hêza “Pêşmergê Kurdistan”ê û “Endama Komîteya Zagros”ê, “Mehtab Xizrî” bi nûneratiya wê xwîşka şehîd, li naw pêşmergeyan de parve kir.

Rêûresma şeva “Yelda”yê li kora pêşmergeyên hêza 135 a “Pêşmergên Kurdistan”ê li çiyayên Kurdistanê, bi çendîn diyarî û gotinên xweş û pirsiyar û bersiv û qelpikên Kurdî, heta dernengiya şevê berdewam bû û bi govend û dîlanê bi dawî hat.