Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza mûşekî a rejîma Îranê di amadebaşiyeke tewav de ye

13:21 - 6 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Berpirsekî Amerîkayê ragihandiye, ku hêza mûşekî a Îranê di hemû welatan de ketiye haletê amadebaşiyeke tewav de.

Berpirsekî Amerîkayê, êvara roja Yekşemî, 15`ê Befranbarê, li civînekê digel Nûçegihaniya Roytêrzê ragihandiye, ku hêza mûşekî a Îranê di seranserê welat de, di asta amadebaşiyê de ye, lewma diyar nîne ku ew amadebaşiya êrîşberane ye anku bergiriyane ye.

Wî berpirsê Amerîkayê, ku navê wî nehatiye belavkirin, ragihandiye, serbarê wê ku em nizanin amadebaşiya Îranê bergiriyane ye an êrîşberaneye, em dê hereketên çavdêriyê encam bidin.

Hewdem nûçegihaniya “Roytêrz”ê, êvara roja Yekşemî, 15`ê Befranbarê, nûçeyek derheq êrîşeke rakêtî bo ser devera kesk a Bexadayê belav kir, ku yek ji wan rakêtan li nêzîk baliyozxaneya Amerîkayê ketiye.

“Donald Tiramp” Srokomarê Amerîkayê, di peyamekê tiwîtirî de nivisiye: Hekî rejîma Îranê êrîş bike li ser her kesekî an armancekî Amirêkayê, Amerîka dê bi awayekî bilez û bihêz yê bersiva wî bide.