Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza pêşmergê Kurdistanê bêrêzîkirin bi kincên Kurdî şermezar kir

17:42 - 19 Kanûna Paşîn 2021

Piştî ku di kanala 2 a deng û rengê rejîma Îslamî a Îranê de bêrêzî bi kincên Kurdî hate kirin xelkê Kurdistanê li derheq wê bêrêziyê bertek nîşan dan.

Pêşmergên hêza pêşmergê Kurdistanê li derheq wê bêrêziya deng û rengê rejîma Îranê helwêst girt û ew karê rejîmê şermezar kir.

Pêşmergên Kurdistanê di peyamek cuda de ragihand bêrêzîkirin bi kincên Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve derxerê hizra Faşîstiya wê rejîmê ye. 

Herwisa pêşmergên Hêza Pêşmergê Kurdistanê peyamek belav kiriye û ew bêrêzîkirine bi kincên Kurdî şermezar kir.

Di vê peyamê de Pêşmergên Hêza Pêşmergê Kurdistanê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiriye ku di roja 2`ê Rêbendanê de bi kincênên Kurdî bêne ser şeqaman.