
Roja Sêşemî 9ê Xakelêweya 1401an a Rojî, Hêza 115 a Hêza Pêşmergê Kurdistanê rêûresmek bo bi bilindragirtina roja Şehîdên Kurdistanê lidar xist û carek din soz û peyman digel şehîdan nû kirin
Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xûlek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdan bi taybet şehîdên 10ê Xakelêweyê hate destpêkir.
Piştire Fermandê Hêza 115 a Hêza Pêşmergê Kurdistanê, “Qan`i Hacîehmedî”, bi hilkefta 10ê Xakelêweyê çend gotinek pêşkêş kir.
Navbirî di beşek ji gotinên xwe de daye zanîn, 75 sal berî niha li roja 10ê Xakelêweya sala 1326an, “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî di meydana Çarçiraya Mihabadê de hatine îdamkirin, her lewma PDKÎyê ew roja bi roja Şehîdên Kurdistanê navdêr kiriye û her salê di vê rojê de rêz ji hemû şehîdan û malbatên wan digire.
Navbirî di beşek din ji axavtinên xwe de got: “Hevçeper û Rasaniyan, em wekî pêşmergên Kurdistanê û nivşên nû, erkê me ye ku çepera şehîdan di her demê de bi avedan rabigrin û tola xwîna bi nerewa rijandiya xortên gelê xwe hildin; Em wekî Hêza Pêşmergê Kurdistanê di roja Şehîdan de soz didine xelkê hezkirî yên Rojhilatê Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehêdan ku dê xebata Rasan heta gihîştin bi armancên şehîdan domkerê rêya wan be.
Di beşa duyem ya wê rêûresmê de lewha rêzgirtin ji şehîdekî Kurdistanê bi birayê wî yê bi navê “Umer Ferhûdî” hate pêşkêşkirin.
Ev rêûresma bi sirûda “Ey Şehîdan” dawî pê hat.