Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di bajarê Şinoyê de, civîn pêk anîn

12:19 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Di doma kar û çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di nav komên xelkê de, êvariya roja Înê “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” civîneke berfireh ji bo xelkê “Sîngan” ya girêdayî bajarê Şinoyê lidar xistin.

Li gorî raporta Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, demjmêr 7:30 êvariya roja Înê, rêkevta 8`ê Pûşpera 1397`an, “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, çûne nav gundê “Sîngan” a girêdayî bajarê Şinoyê, û digel xelkê vê gundî civiyane.

Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” eşkere jî kiriye ku, pêşmergên PDKÎ li gundê “Sîngan”ê digel pêşwaziya bêhempa ya xelkê vî gundî rûbirû bûne, û  ji bo çend demjmêran di nav gund û cem xelkê “Sînganê” mane.

Li gorî vê raporê, pêşmergê PDKÎ ji bo heyameke zêde cem xelkê gundê “Sînganê” çalakî encam dane, û ji bo xelkê civîn pêk anîne, û xelkê vî gundê jî pêşwaziyeke bê mînak ji pêşmergan kirine.

Piştî lidarxistina civînê, û çalakiyên din yên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, pêşmergên PDKΠ bi silametî cihê civîna xwe terk kirine, û  ji bo bicihanîna erk û wezîfeya ku hizbê ji wan re diyarî kiriye, meşiyane.