Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza Pêşmergê vedigerne bo deverên Kurdistanî

17:08 - 27 Tebax 2020

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û arteşa Îraqê, bi armanca tena kirina deverên Kurdistanî, li ser vegeriyana Hêza Pêşmergên Kurdistanê bo wan deveran, lihev hatin.

Fermandehiya Giştiye Hêzên Çekdare Îraqê, bi biryara“Ebdulemîr Şemmerî”, Cihgirê Fermandeyê Operasiyonên Hevpar, bi vekirina 4 navndên hevahengî digel Herêma Kurdistan ê, erê kiriye.

Pêka lihevhatina Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bervaniya Îraqê, 4 navendên hevahengî yên hevpar di “Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û Deştiyê de, dê bêne pêkanîn.

Sipehsalarê Hêzên Pêşmerge, “Cemal Îminkî”, ragihandiye: “Kombûna me li ser navndên hevahengiya hevpar di deverên hevpar, bazgehên hevpar û çalakiyên hevpar e”.

Lihevhatina ewlehiya di navbera Hewlêr û Bexda yê de, bona asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û tejî kirina walatiya ewlehiyê, di wan deveran de hatiye kirin.

Xelkê wan deverên Kurdistanî bi sedema ewê ku livîna DAÎŞê di wan deveran de zaf e û li ser daxwaza piraniya xelkê wan deveran bona vegerandina aramî û asayîş ê bo wan cihan, daxwaza vegerîna Hêzên Pêşmerge bo wan deveran dikin.

Heyamê  salekê ye ku gotûbêj bi armanca karên hevpar, yên Hêzên Pêşmerge û hêzên Îraqê, despêkiriye, lê “Bexda”yê bi hêceta xwenîşandanên Îraqê, ew gotebêj sekinandibûn.

Roja “16ê October”a 2017 an, bajarê Kerkûkê û zaf nawçên dinêye Kurdistanê kevtne destê hêzên “Heşd a Şe`ibî” û hêzên Îraqê û heya niha rewşa “Kerkûk”ê û wan deveran herwisa aloz û netenaye.