Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza Roj û YPG bi hev re civiyan

13:50 - 17 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Bo yekem car Hêza Roj çû nav xaka Rojavay kurdistanê de.

Li gora nûçeyan desteyeke pêşmergeyên ser bi Hêza Roj ku ji aliyê Hikûmeta Herêma kurdistanê ve tê piştevanîkirin, çûne nav xaka Rojavaya Kurdistanê de, ku ew yek bû cihê behs û gengeşe û boçûnên cuda-cuda di nava bîr û raya giştî û bi taybetî ya Rojavaya Kurdistanê de.

Heya niha jî YPG li ser bingeha biryara siyasî ya partiyên deshilatdar di Rojavaya Kurdistanê de, rê nedida ku Hêza Roj têkeve nav Rojavaya Kurdistanê. Biryarek ku heya niha jî bibû cihê nîgeraniya hemû kurdekî azadîxwaz. Biryarek ku bibû sedema netebahiya zêdetir di nav gelê kurd di vê parçeya Kurdistanê de, û bibû xaleke lawaz ya serkirdayetiya siyasî ya Kurd û hêza çekdar ya vê beşê li Kurdistanê di hemberî gefên dijminan de.

Li gora zanyariyan li ser bingeha navbeynkarî û hevkariya Amerîkayê Hêza Roja çû nav xaka Rojavaya Kurdistanê de, û piştî diyalog û rûnişinekê bi YPG re vegeriyan nava xaka Başûra Kurdistanê de.   

Ew hêza Pêşmergeyên Roj ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî navçeya Elwelîd a ser bi bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bûye. Bi gotina heman kesî, wê hêzê bi herdu aliyên PYD`ê û YPG`ê re li ser çend babetan gotûbêj kiriye, û piştre vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Hêza Pêşmergeyên Roj, hêzeke leşkerî ya perwerdekirî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, û di şerê li dijî DAÎŞ`ê de roleke mezin lîstiye. Wê hêzê di berevanîkirina ji Başûrê Kurdistanê de û herwiha şerê li dijî DAÎŞ`ê de çendîn şehîd û birîndar dane.